Jînenîgarî
Xecê bi eslê xwe ji gundê Heblerê yê Cizîrê ye. Di sala 1978an de li taxa Yafesê ya navenda Cizîrê ji dayik bûye. 5 bira û 2 xwişkên wê hene û ew ya herî piçûk a malê ye. Muzîk ji bo wê xeyaleke ji zarokatiyê mayî ye. Di sala 1996an de li şaxê Îzmîrê yê Navenda Çanda Mezopotamyayê dest bi xebatên muzîkê kir û xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî. Di navbera salên 1996-2003an de di nav komên muzîkê yên cihêreng de cih girt. Herî dawî di koma bi navê Avzem de ku ji 5 jinan pêk dihat, bi tembûr, solo û vokala xwe cih girt û ev xebat bi belavbûna komê re bi dawî bû. Yekem xebata wê ya profesyonel albûma Dem di sala 2008an de, albûma Ez û Tu di sala 2018an de û piştre albûma Guldesteyek Ji Stranên Mihemed Şêxo di sala 2022an de hatin weşandin. Xecê di nav muzîkjenên Kurd ên herî zêde tên guhdarîkirin û naskirin de cihê xwe girtiye. Çîroka Xecê ya bi muzîkê re bê navber berdewam dike.